YPG: Em gefên Erdogan cidî dibînin
Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd ragihand ku eger Tirkiye ragihand ku eger Tirkiye êriş bike dê tiştên ku li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dubare nebin û got: “Eger êriş were kirin dê êrişkar rastî hinek rewşan werin. Em îlana şer a Erdogan wekî xetereyeke cîddî dibînin. Divê gelê me van gefên dagirkeriyê cîddî bibîne û li gorî vî tiştî xwe birêxistin bike.”
Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd derbarê gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan yên êrişe nû bo ser Rojavayê Kurdistanê de ji medyaya nêzîkî PKKê re axivî.
Nûrî Mehmûd amaje bi wê yekê ku ev gefên êrişê yên Erdogan ne nû ne û roj êrişên wî welatî li ser Şehba, Til Rifat, Serêkaniyê, Til Temir û Eyn Îsa berdewam dike û got: “Li dijî herêmê êrişên Tirkan her roj didome. Îro ev tişt îlan kirine dixwazin êrişan mezintir bikin. Tevgera wan û kombûna wan zêd bûye. Hewl didin êrişî Rojava bikin. Erdogan ev demek e li qada dîplomatîk jî li pey van êrişan e û jixwe vî tiştî venaşêre. Her roj bi droneyên biçek li Rojava li hemwelatî û endamên me dide. Hewldaneke wan heye ku êrişeke mezin a dagirkeriyê bide destpêkirin. Ji ber vê amadekarî û îlankirina êrişê di heman pêvajoyê de ye. Em îlana şer a Erdogan wekî xetereyeke cîddî dibînin.”
Mehmûd destnîşan kir ku êrişeke nû ji aliyê Tirkiyê tê wateya binpêkirina peymana ku di navbera wan , Rûsya, Amerîka, Hevpeymanya Navneteweyî û Tirkiyê û wiha pê de çû: “Divê hemû dinya bizanibe ku artêşa Tirk a ku li gorî fermana Erdogan tevdigere, vê peymanê bin pê dike. Hêzên navneteweyî, Amerîka û Rûsya divê garantoriya xwe pêk bînin. Eger hewce bike divê ji Tirkiyeyê re bibêjin êdî bes e. Bi êrişên Tirkiyeyê re êrişên DAIŞ’ê jî dest pê dike. DAIŞ ji nû ve xwe xurt dike. Dema ku ev tişt derdikeve holê xetereya terorê jî dîsa derdikeve holê. Divê dinya vî tiştî bibîne.”
Mehmûd da zanîn ku hevdîtinan bi Amerîka û Rûsyayê re çûbûne, lê ew nikarin bibêjin ku li hemberî êrişên Tirkiyê helwesteke zelal çêbûye û got: “Divê hêzên garantor peywira xwe bi cih bînin. Erdogan tevî artêşa NATOyê êrişî herêmên me û hêza me ya ji bo li Sûriyeyê ji bo çareseriyeke siyasî têdikoşe dike. Bi van êrişan re çareseriyê paş ve dixîne.”
Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd di heman demê de diyar kir şerê li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ji bo wan bûye weke ezmûnekê got: “Hemû hêzan xwe li gorî vê yekê amade kirine. Dê rewşên wekî yên li Efrîn, Serê Kaniyê û Efrînê dubare nebe. Eger êriş were kirin dê êrişkar rastî hinek rewşan werin. Divê gelê me van gefên dagirkeriyê cîddî bibîne û li gorî vî tiştî xwe birêxistin bike.”
Rudaw
