Seyran Papo: CDU yekem partî bû ku xwest çekan bide Pêşmerge
Li herêma Schleswig-Holstein a Almanyayê di 8ê Gulanê de hilbijartin hatin kirin û Seyran Papo ya ji Cizîr a Bakurê Kurdistanê ji Yekîtiya Demokratên Xiristiyan a Almanyayê (CDU) wek parlamenter hat hilbijartin. Seyran Papo got, “Di dema şerê DAIŞê de em yekem partî bûn ku li hember van hovan em net bûn, me got em ê çekan bidin Pêşmerge.”
Parlamentera Yekîtiya Demokratên Xiristiyan a Almanyayê (CDU) li herêma Schleswig-Holstein Seyran Papo diyar kir ku di hilbijartinê de bi ferqeke mezin li hemberî serokê Partiya Sosyaldemokrat a Almanyayê (SPD) yê Schleswig-Holstein bi ser ket.
Seyran Papo roja 27ê Gulana 2022an bi Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “Min soz daye gelê Schleswig-Holstein ku pirsgirêkên wan çareser bikim.” Papo her wiha anî ziman, “Kurd ên herêma Schleswig-Holstein piştgiriyeke baş dane min.”
Seyran Papo diyar kir ku CDU li Schleswig-Holstein siyaseta xwe ya li hember biyaniyan baştir kiriye, ji ber vê yekê girîng e Kurdên li Schleswig-Holsteinê dijîn beşdarî partiyê bibin û got, “CDU Schleswig-Holsteinê 34 kursî bi dest xistin.”
Seyran Papo li ser xebata xwe ya hilbijartinan kir û got, “Wek ku hûn dizanin beriya du hefteyan li vir hilbijartin çêbûn. Di dema hilbijartinan de ez mal bi mal geriyam, min dixwest ez bizanim pirsgirêkên xelkê çi ne? Ji ber ku min ji wan re gotibû ku ez bibim parlamenter, ez dixwazim bibim parlamenterê we, her tim derî ji me re vekirîbû lê ku ez nekevim diyalogê û tenê li parlamentoyê rûnim ji bo min jî zehmet e, ji ber ku min ê nizanibûya li cihê ku ez hatim hilbijartin pirsgirêk çi ne. Pirsgirêkên curbicur hene, ji bo jinan jî pirsgirêk hene, derfetên wan ji bo kar gelek nînin li wir an jî di aliyê zimanî de, gelek xortên me li wir hene bi zimanê xwe nizanin, ev jî pirsgirêkeke gelekî mezin e. Ji ber ku dema meriv zimanê xwe nizanibe nikare zimanên din jî bi başî bizanibe.”
Seyran Papo got, “Ez bi dengekî gelek mezin bi ser ketim. Ew jî bi piştgiriya me, bi piştgiriya gelê Kurd bû.”
Kurdên Almanyayê bi piranî di nav partên Çep, Dosyal Demokrat û Keskanda çalak bûn, lê di salên dawiyê de, çûna nav partiyê konservatîv û navend jî de bûye diyarde.
Papo li ser beşdariya Kurdan di nav partiyan de anî ziman, “Ev xetayeke ku me heta niha di nav CDU de cihê xwe negirtiye, divê em wek Kurd bikevin van partiyan jî, divê em dengê xwe bilind bikin. CDUyê di nav van salên dawî de xwe gelekî nûjen kir û derfetên gelek mezin dan xelkê me, xelkê me jî ev dît.”
Helwestên partiya CDU bi Başûrê kurdistanê re di dema şerê DAIŞê de, Seyran Papo bi bîra temaşevanan tîne û weke faktorekê dengdana bo wê partiyê dide û got, “Di dema şerê DAIŞê de em yekem partî bûn ku li hember van hovan net in, em ê çekan bidin Pêşmerge.”
‘Divê her ciwanekî me bikeve nav partiyên siyasî’
Papo her wiha bang li Kurdan kir, “Divê her ciwanekî me bikeve nav partiyên siyasî, bi taybetî partiya min CDUyê.”
Ez her tim diçim Kurdistanê, ez Cizîrî me. Ez li Cizîrê ji dayik bûme û di nava malbata me de jî her tim Kurdî tê axavtin. Hêvîdar im di demeke nêzîk de ez ê dîsa biçim Kurdistanê. Ez li vir mezin bûme lê dilê min her tim li Kurdistanê ye.
Ji CDU Serkeftina Dîrokî
Di hilbijartinên meclisa li herêma Schleswig-Holstein a Almanyayê hatin lidarxistin de partiya Yekîtiya Demokratên Kristiyan (CDU) ji sedî 43.4ê dengan bi dest xist.
Bi vê encamê CDU serkeftineke dîrokî bi dest xist û CDU li Schleswig-Holstein a bakurê Almanyayê ji sala 1987'an û vir ve dengên dengên herî zêde bi dest xist.
Rudaw
