• Monday, 23 February 2026
logo

Tirkiyê navenda Zirganê topbaran kir

Tirkiyê navenda Zirganê topbaran kir

Artêşa Tirkiyê û grupên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve êvara Înê navenda bajarokê Zirganê û gundewarên bajarê Til Temirê topbaran kir.

Li gorî zanyariyên ku ji Til Temirê ji Rûdawê re hatine ragihandin, Artêşa Tirkiyê û grupên çekdar navenda bajarokê Zirganê dane ber topên hawinê û bi dehan top li wir ketine. Hat diyarkirin ku avahiya Asayîşê, Rêveberiya Postê ango Berîd û burcê peywendiyan hatine topbarankirin.

Li gorî heman çavkaniyê, topxaneya Artêşa Tirkiyê û grupên çekdar 3 gundên Til Temirê dane ber topan, gundên ku hatine armanckirin, Til Tewîl yê Aşûriyan, gundê Tewîle û Sikir el-Hêmer in.

Heman çavkaniyan ji Rûdawê re diyar kirin ku Tirkiyê ji sê rojan bi awayekî tund gundên Til Jumaa, Xêbiş, Dada Ebdal, Um el-Kêf, Derdare û Til Şinan topbaran dike û hinek caran zêdetir ji 30 topan li heman navçeyê dikevin.

Gundê Sikir el-Hêmer yek ji  gundên herî kevin û dîrokî yê Til Temirê ye ku 7 km li rojavayê wî bajarî dikeve, li gorî lêkolîna şandeke Japonî ya şûnwaran, dîroka wî gundî bo 8 hezar sal beriya zayînê vedigere.

Fermandarekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê wan dengoyên ku behsa kişandina hinek hêzên Rûsya û Artêşa Sûriyê ji wan gundên sînorî dikin, ji Rûdawê re ragihand, ew nûçe ne rast in û ne hêzên Rûsî û ne yê Sûriyê ji xal û bingehên xwe venekişiyane.

 

Rudaw

Top