Kiliçdaroglu bo Bahçelî: Em ê piştgiriya girtina tesîsên Amerîkayê bidin
Li ser axavtina Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî yên ku gotibû, "Derketina ji NATOyê jî weke bijardeyek alternatîf divê were rojevê" Kemal Kiliçdaroglu got, "Bahçelî jî pêşniyara derketina ji NATOyê daye. NATO ji bo Tirkiyê pêwîst e lê ez dixwazim bibînim ku ew wek hikûmet çiqas samîmî ne. Amerîkayê Yunanistan tijî baregeh kiriye. Armancên wan diyar in. Bila pêşniyara girtina navendên leşkerî yên Amerîkayê li Tirkiyê bînin parlamentoyê, em ê bi ruhê “Kuvayi Millî” piştgiriyê bidin."
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li ser medyaya civakî bang li Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî kir.
Kiliçdaroglu, daxuyaniyên Bahçelî yên di civîna koma xwe de ku gotibû "Heger hewce bike em ji NATOyê derkevin" bi bîr xist û pêşniyara girtina baregehên Amerîkayê yên li Tirkiyê da.
Kiliçdaroglu di parvekirina xwe de “Neolîberalîzm” rexne kir û anî ziman, “Bahçelî jî pêşniyara derketina ji NATOyê daye. NATO ji bo Tirkiyê pêwîst e lê ez dixwazim bibînim ku ew wek hikûmet çiqas samîmî ne.
Amerîkayê Yunanistan tijî baregeh kiriye. Armancên wan diyar in. Bila pêşniyara girtina navendên leşkerî yên Amerîkayê li Tirkiyê bînin parlamentoyê, em ê bi ruhê “Kuvayi Millî” piştgiriyê bidin.
Em bi qasî ku li dijî neolîberalîzmê ne, li dijî leşkerên biyanî yên li ser axa xwe ne jî. Çi pêwîst be em amade ne bikin. Hûn amade ne, xwediyên hêzê? Bila ev bibe kaxeza turnuasola we. CHP amade ye, em li bendê ne.”
Devlet Bahçelî çi gotibû?
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di civîna koma xwe ya asayî ya heftane de derbarê pêvajoya endamtiya NATOyê ya Swêd û Fînlandê de daxuyanî dabû.
Bahçelî gotibû, “Li hember tevlîbûna Swêd û Fînlandê di nava NATOyê de, bi zext û ferzkirina li ser Tirkiyê û ber bi encambûna pêvajoyê ve, divê demildest krîterên Enqereyê bên çalak kirin.
Tirkiye ne bê bijare, ne bê çareserî ye. Heger şert û merc giran bibin divê derketina ji NATOyê jî wek bijardeyek alternatîf were rojevê. Em bi NATOyê derneketin holê, bêyî NATOyê jî em ê winda nebin."
Rudaw
