• Monday, 23 February 2026
logo

Balyoza NY li Iraqê bi berpirsên partiyên siyasî yên Kurdistanê re civiya

Balyoza NY li Iraqê bi berpirsên partiyên siyasî yên Kurdistanê re civiya

Nûnera taybet ya sekreterê giştî yê NY li Iraqê bi nûner û berpirsên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re civiya.

Îro li baregeha NY li Hewlêrê, nûnera taybet ya sekreterê giştî yê NY li Iraqê Jeanine Plasschart bi nûner û berpirsên 6 partiyên siyasî yên Kurdistanê re civiya.

Di civînê de ku sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, serokê YNKê Bafil Talebanî, serokê Komela Dadgerî Elî Bapîr, kordînatorê Gorranê Umer Seyîd Elî, berpirsê encumena rêveberiya Yekgirtû Selahedîn Babekir û berpirsa pêwendiyên giştî yên Nifşa Nû Bedriye Îbrahîm beşdar bibûn, behsa rewşa siyasî ya Kurdistan û Iraqê bi taybet hilbijartinên Kurdistanê hat kirin.

Heta niha ti daxuyaniyek li ser naveroka civînê nehatiye belavkirin.

Top