Hikûmeta Kurdistanê: Dê 30 rojan carekî mûçe were dayîn
Berdevkê hikûmeta Kurdistanê ragehand, êdî ji vir şûn de dê 30 rojan carekî mûçe were dayîn.
Berdevkê hikûmeta Kurdistanê, Cotyar Adil ragehandiye, bila karmend û mûçexorên Kurdistanê piştrast bin êdî ji vir şûn de dê 30 rojan carekî mûçe were dayîn.
Cotyar Adil her wiha got, mûçe dê bi temamî û bê kêmasî were dayîn.
Wî berpirsê hikûmetê daye xuyakirin jî, eger nirxa neftê danekeve êdî pirsgirêka mûçe dernakeve û gotiye, lê dahata din kêm û zêde dibe. Ev jî hinek caran bandorê li mûçe dike. Lê bi giştî beşek mezin ji dahatê bo mûçe tê terxankirin.
Ji aliyekî din, berpirsekî wezareta darayî ya Kurdistanê ji BasNewsê re got, lîsteya mûçeyê meha Gulanê jî amade ye û li benda fermana wezîr in da ku dest bi dayîna mûçeyê meha Gulanê bikin.
Basnews
