• Monday, 23 February 2026
logo

Li Antalyayê xwendekar ji ber stranên Kurdî rastî êrişa nijadperestan hatin

Li Antalyayê xwendekar ji ber stranên Kurdî rastî êrişa nijadperestan hatin

Li bajarê Antalyayê yê Tirkiyê xwendekarê Zanîngeha Akdenîzê ji ber stranên Kurdî rastî êrişa nijadperestan hatin

Însiyatîfa Xwendekarên Azad a Antalyayê ragihand ku ji ber xwendekaran li nav hewşa zanîngehê stranên Kurdî gotine û govend gerandine rûbirûyê êrîşa grupekê bûne.

Li gor dîmenên ku Însiyatîfa Xwendekarên Azad a Antalyayê li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kirine, li Zanîngeha Akdenizê grupekê êrîşî grupeke xwendekaran kiriye ku stranên Kurdî gotine û govend gerandine.

Însiyatîfa Xwendekaran derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kiriye û dibêje ewê wek xwendekarên welatparêz têkoşîna xwe berdewam bikin.

Top