• Monday, 23 February 2026
logo

Mehabad – Çendîn xanî û xwaringehên welatiyan li derdora bendavê hatin hilweşandin

Mehabad – Çendîn xanî û xwaringehên welatiyan li derdora bendavê hatin hilweşandin

Li derdora bendava bajarê Mehabad yê Rojhilatê Kurdistanê çendîn xanî, vîla, xwaringeh û dukanên tûrîstî bi behaneya ku bi qaçaxî hatine çêkirin, hatin hilweşandin.

Îro danê sibê tîmên şaredariya bajarê Mehabadê bi alîkariya hêzên polîs û asayişê, çendîn xanî, xwaringeh, vîla û avahî û dukanên tûrîstî li derdora bendava Mehabadê hilweşandin.

Li gorî daxuyaniya şaredariyê, ew xanî û xwaringeh bê destûra şaredariyê hatibûn çêkirin ji ber wê jî hatin hilweşandin.

Ev cara yekê nîne hikûmeta Îranê bi behaneya binpêkirina qanûnê ziyanê li xelkê dide, ji ber ku çendîn sal e ev rewş dubare dibe.

 

Basnews

Top