• Monday, 23 February 2026
logo

Xwelî û tozbarîn her çar beşên Kurdistanê girtiye

Xwelî û tozbarîn her çar beşên Kurdistanê girtiye

Li Rojhilat û Bakûr jî xwelîbarîn dijware.

Di çarçoveya ev pêla xwelî û tozbarîn ku ev çend roje li deverê deye, her çar parçeyên Kurdistanê jî ketine bin bandora ev pêla han.

Xwelî û tozbarîn yekem car Rojava, pişt re Başûr û Rojhilat û niha jî gelek deverên Bakûrê Kurdistanê daye berxwe.

Li Rojhilatê li gelek bajaran debistan hatin daxistin, li Başûr jî liv û tevgerên her du balefirxaneyên Hewlêr û Silêmanî jî hatine daxistin.

Herwiha îro sêşem bandora xwelî û tozbarînê li Bakûrê Kurdistanê jî gelek zêde bûye. Li Dêrsîm, Bîngol, Qers, Şirnex, Wan û gelek bajarên din pêla xwelbarînê gelek bi dijwarî esman dagirtiye.
 

Top