Mesrûr Barzanî: Ez li Davosê me, da ku nêrînên xwe bi civaka siyasî û bazirganî parve bikin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ez li Davosê me, da ku nêrînên xwe bi civaka siyasî û bazirganî parve bikin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro li hejmara xwe tora civakî nivîsî û diyar kir: “Ez li Davosê me ji bo tevlî korbenda navdewletî bibim, da ku nêrînên xwe bi civaka siyasî û bazirganî re li ser rêyên bazirganî yên nû, ewlehiya enerjî û xwarekê, guhartinên siyasî û ewlehiyê parve bikin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi mebesta beşdariya di Korbenda Aboriya Cîhanê Davos, îro 21ê Gulana 2022an ber bi Swîsrayê bi rê ket.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya çalakiyên korbendê de, dê beşdarî panelekê bi navnîşana (Pêkhateyeke Nû ya Asayişê li Rojhilatê Kurdistanê de) bibe.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha li perawîza korbendê de ku ji 22 ta 26ê Gulanê birêve diçe, dê çendîn civîn û hevdîtinên wî bi berpirsên pilebilind, xwedîkar, aborînasên herêm û cîhanê re hebin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînên xwe dede, ji bilî guftûgokirina dawî guhartin û pêşhatên Iraq û herêmê, guftûgoyan derbarê hemcurkirina aborî û çavkaniyên dahatê, girîngiya pêşxistin û çakaziya di sîstema bankî de, dîtina bazarên nû ji bo berhemên çandiniyên yên Kurdistanê, pêşxistina tevgera bazirganî û veberhênanê de dike.
K24
