• Monday, 23 February 2026
logo

Li Enqerê kesekî kurê xwe yê 2.5 salî kuşt

Li Enqerê kesekî kurê xwe yê 2.5 salî kuşt

Li navçeyeke ser bi Enqerê ve, welatiyek ku nû ji girtîgehê derketibû kurê xwe yê 2.5 salî kuşt.

Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, şeva Sêşembê 17ê Gulana 2022an li navçeya Altindag a Enqerê welatiyê bi navê Onur G. li kurê xwe yê temen 2.5 salî yê bi navê Kadir G. xistiye û ew birîndar kiriye.

Piştî rewşa wî zarokî giran dibe, bavê wî Onur G. wî dibe nexweşxaneyê û dibêje kurê min ji balkonê ketiye.

Li gor agahiyan, zarokê 2.5 salî Kadir G. li nexweşxaneyê tê razandin û dest bi dermankirina wî tê kirin, lê belê ji ber dijwariya birînan tevî hewldanên tîmên pizîşkî canê xwe ji dest daye.

Polîs ji ber gumana li ser mirina zarok, bavê wî û mamê wî desteser kirine. Dema polîs Onur G. ji malê derxistine, cîranên bertek nîşan dan û xwestin li wî bidin.

Ajansa fermî ya Tirkiyê ragihandiye, Onur G. nû ji girtîgehê derketiye û 6 meh bûye ku hevjîna wî mal terikandiye.

Herwiha hat zanîn cîranên wî pêştir derbarê Onur G. de gilî tomar kirine.

 

Rudaw

Top