Encumena Asayişa Kurdistanê hûrgiliyên girtina wê tîma terorîstî û îtirafên wan belav kir
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê hûrgiliyên girtina wê tîma terorîstî û pilana wan û îtirafên endamên tîmê belav kir.
Encumena asayişa Kurdistanê qasekî beriya niha ragehand, hêzên wan tîmeka terorîstî ya PKKê girtine ku dixwastin bi mûşekan êrişî çend cihên giştî, ewlehî û xizmetguzarî bikin.
Encumenê îtirafên endamên wê tîmê jî belav kir.
Li gorî agahiyên encumenê, pilana wan a encamdana êrîşa mûşekî li ser Bendava Duhokê û santrala elektrîkê û çend cihên giştî û hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê hebûye.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Ji bo aramî û asayîşa welatiyan û Herêma Kurdistanê, hêzên Encumena Asayişê û Pêşmergeyê Kurdistanê, roja 4 Gulana 2022yan li sînorê parêzgeha Duhokê, grûpeke terorîst a ser bi PKKê desteser kir û dest danîn ser 9 mûşekên katyoşa ya 107 mm û sekoya mûşekê.”
Herwiha hat diyarkirin: “Di encama lêkolînên ligel endamên wê grûpa terorîstî de, derket holê ku ji aliyê PKKê ve hatine raspartin ku êrîşên mûşekî bikin ser Baregeha Liqa 17 ya PDKê, saziyên xizmetguzariyê, santrala elektrîkê, Bendava Duhokê û çend cihên din ên giştî.”
Basnews
