Li Hewlêrê pevçûn: 5 kes hatin Kuştin
Li navçeya Xebat a Hewlêr di navbera du malbatan de şer û pevçûn derker û di encamê de 5 kes hatin kuştin.
Qaymeqamê navçeya Xebatê Kwêstan Ehmed ji Rûdawê re ragihand, îro danê êvarê li gundê Kawraban ê navçeya Xebat a parêzgeha Hewlêrê di encama şer û pevçûnekê navbera du malbatan de 5 kes hatin kuştin.
Kwêstan Ehmet got “Sedema erd di navberan du birayan de şer derketiye. Heta îro ti yek ji wan li dijî yê din doz venekeirye. Berê jî di navbera herdi birayan de pirsgirêk hebûne. Yek ji wan gund bi cih hiştibû û îro vegeriyayê û ew şer derketiye.”
Herwiha kesekî nizêkî wan malbatan ji Rûdawê re got “pirsgirêk di navbera herdu birayan de hebû. Yek ji wan teqe li birayê xwe kiriye û birayê xwe, du kurên wî û xwarziyekî xwe kuşt, li hember vê yekê aliyê din jî bersiv daye û kurekî wî kuştiye.”
Qeymeqamê Xebatê da zanîn ku hêzên ewlekariyê gihîştine şûna bûyerê û di derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin.
Rudaw
