Jineke Kurd a Êzdî li Almanyayê bi kêran hat kuştin
Li bajarokê Burgdorf a nêzî bajarê Hannoverê ya Almanyayê jineke Kurd a Êzdî bi awayekî hovane ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin û du kurên cewî li pey xwe hişt.
Li gorî medyayên Almanî Jina Kurd a Êzdî ya bi navê Esra A. ya 35 salî ji aliyê hevjînê xwe yê ku Esra xwestiyê jê veqete ve ji dehan zêdetir bi kêran hatiye derbkirin.
Serdozgeriya bajarê Hildesheimê ragihand bûyer li otoparkeke bajarokê Burgdorf a li nêzî Hannoverê li ber çavên gelek kesan pêk hatiye. Tê gotin dema ku Esra A. xwestiye li otomobîla xwe siwar bibe, hevjînê wê yê 37 salî bi awayekî hovane ji piştre êrişî wê kiriye.
Herwiha Berdevka Serdozgeriyê di derbarê bûyerê de “Gumanbar ji ber kuştinê di girtîgehê de ye. Esra û hevjînê xwe herdu jî Kurdên Êzdî ne. Bingeha vê rastiyê eşkere veqetîneke nêzîk e Rast xuya dike ku di zewacê de pirsgirêk derketine û li ber veqetinê bûne.”
Du kurên cêwî li pey xwe hişt
Jina Kurd a Êzdî Esra A. du kurên cêwî yên 16 salî li pey xwe hişt. Malbatê ji bo bîranîna Esra A. ya hatî qetilkirin li se Instagramê rûpeleke bi navê "Gerechtigkeit für Esra" (Ji bo Esra Edalet) vekir.
Ji bo Roja Dayikan cêwiyan peyameke xemgîn ji bo diya xwe belav kirin “Em ji bo her tiştê ku te daye me spasdar in û serbilind in ku tu ji me re dayik î. Me bêriya rûyê te yê bi ken, bêhn û dengê te kiriye. Çirke tune ku em li te nefikirin.
Îro roja dayikan e û me ji te re tiştek piçûk amade kiribû, bi te re vê rojê pîroz bikira, lê niha em bi tenê li vir rûniştîne.”
Malbat jî li ser hesabê Instagramê piştrast dike ku veqetîna plankirî bû sedema kuştina Esrayê. Li gor nûçeya rojnameya Almanî “Bild”ê, Esra A. di benzînxaneyekê de kar dikir û dixwest mêrê xwe berde. Paşê tê gotin ku ew kuştiye. Gumanbar heta niha îfade nedaye polîsan.
Rudwa
