Li Kerkûkê polîsekî kurd xwe kuşt
Li bajarê Kerkûkê polîsekî kurd guleyek li xwe da û xwe kuşt.
Li gorî agahiyan, şeva borî polîsekî kurd bi navê Şaxewan Nûrî li rêbenda Çîmen ya Kerkûkê guleyek li xwe da û xwe kuşt.
Heta niha nayê zanîn wî polîsî çima xwe kuştiye.
Ew polîsê kurd xelkê taxa Şorce ya Kerkûkê bû.
Basnews
