Li Rûbarê qeza Çomanê du geştyar xeniqîn
Roja 04.05.2022yê zarokek û bavê xwe ku geştyarên ereb bûn, li Qebe ya Gelale ya ser bi qeza Çomanê ketin çem û xeniqîn. Termê zarok ji aliyê tîmên berevaniya şaristanî ya Soran ve hate dîtin û ji bo dîtina termê bavê wî zarokî jî tîmên berevaniya şaristaniyê xebatên lêgerînê berdewam dikin.
Berdevkê rêveberiya berevaniya şaristaniya Soran Muqadem Beyar Mihyedîn ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro zaroke li çemê Çomanê, nêzîk Qube ya Gelale ketin çem û xeniqî, ji bo rizgar kirina wî jî bavê wî li dû wî de xwe avête çem û ew jî xeniqî.’’
Herwaha got: ‘’Tîmên me yên berevaniya şaristaniyê hatin agahdar kirin û di cîh de geheştin cîhê bûyerê û karîn termê zarok bibînin û wî derxin û ew şandin nexwaşxaneyê. Lê hîn lêgera li dû dermê bavê wî berdewam dike.’’
Berdevkê berevaniya şaristaniya Soran aşkera kir, navê wî zarokî Dîna Ebdulrezaq Ebdulqadir e û temenê wî 11 saliye. Bavê wî jî navê wî Ebdulrezaq Ebdulqadir Ebdula ye û temenê wî 38 saliye û bi rêgez ereb in û rûniştvanên bajarê Hewlêrê ne. ji bo geşt û seyranê berê xwe dabûn navçeyê.
Basnews
