• Monday, 16 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Brett McGurk pirsa Îraqê û hilbijartina Kurdistanê dinirxînin

Gulan Media September 12, 2018 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Brett McGurk pirsa Îraqê û hilbijartina Kurdistanê dinirxînin
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Roja Sêşem 2018-09-11 pêşwaziya Brett McGurk Nûnerê Serokê Wilayetên Yekgirtiyên Amerîkayê li hevpeymaniya navdewletiya şerê DAIŞê û şandeka pê re kir.

Li hevdîtinekê behsa rewşa niha ya Îraqê, hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Îraqê, civînên parlemantoyê ji bo vê yekê kirin.

Herwiha rola Herêma Kurdistanê û hevparî li piroseya siyasî ya Îraqê û pêkanîna kabîneya nû nirxandin û hêvî xwestin bi zûtirîn dem Hikûmeta nû ya Îraqê pêk bihê , ku di berjewendiya hemû pêkhatên Îraqê de be û serdemeka nû li vî welatî destpê bike.

Her du aliyan behsa rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û berhevî ji bo hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê kirin, ku biryar e li roja 30 Îlonê bihê sazkirin.

McGurk kêfxweşiya xwe ji bo sazkirina hilbijartina Parlemantoya Kurdistanê li dema diyarkirî nîşanda û hêvî xwest bi serkevtî rêve biçe.

Li dawiyê jî behsa dawîn pêşhat û rewşa deverê kirin.

Top