• Tuesday, 24 February 2026
logo

Li bajarekî Bakurê Kurdistanê kesekî 16 salî bi çakûç bavê xwe kuşt

Li bajarekî Bakurê Kurdistanê kesekî 16 salî bi çakûç bavê xwe kuşt

Hat ragihandin ku li navçeya Pirsûsê ya ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê ve zarokekî 16 salî ji ber bav û dayika wî pev çûne, bavê xwe bi çakûçê kuştiye.

Bûyer êvara roja Duşembê 2ê Gulana 2022an li Taxa Karaca ya navçeya Pirsûsê çê bûye.

Li gor îdiayan, kesê bi navê Mehmet A. yê 51 salî ji ber sedemeke nayê zanîn ligel hevjîna xwe pevçûye û kurê wan Kadir A. ku xwestiye wan ji hev cuda bike, lê ji ber bavê wî li dayika wî daye wî jî bi çakûç ew kuştiye.

Li gor agahiyan Mehmet A. li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye û termê wî bo Saziya Pizîşkî ya Edlî hatiye veguhestin.

Piştî bûyerê Kadir A. yê 16 salî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteserkirin.

Li gor medyayên Tirkiyê derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

 

 

Rudaw

Top