• Tuesday, 24 February 2026
logo

Çemçemal.. Kesekî 4 kes ji mala xezûrê xwe kuştin

Çemçemal.. Kesekî 4 kes ji mala xezûrê xwe kuştin

Li bajarokê Şoreş ê ser bi qezaya Çemçemalê ve, kesekî bi ser mala xezûrê xwe de girt û 4 kes kuştin.

Qeymeqamê Çemçemalê Remek Remezan ji K24ê re ragihand, li bajarokê Şoreş ê, kesekî bi ser mala xezûrê xwe de girt û 4 kes kuştin û 2 kes birîndar kirin û reviya.

Cîgirê Rêveberê Tendirustiya Çemçemalê Şerîf Rehîm ji K24ê re ragihand, wan ambulans şandin cihê bûyerê ji bo termên kuştiyan bibin Rêveberiya Bijîşkiya Dadî ya Silêmaniyê.

Şerîf Rehîm diyar kir jî, ew kesên hatine kuştin, birayek, 2 xwişk û kurekî 14 salî ne. Di nava birîndaran de jî, zarokekî 8 salî heye.

Top