Nêçîrvan Barzanî: Ez ji PDKê û YNKê dixwazim ku nakokiyên xwe bidin aliyekî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxûyaniya xwe ya ji bo pîrozkirina Cejna Remezanê de daxwaz ji her du partiyên sereke Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir ku ji bo berjewendiya gel û welat nakokiyên xwe bidine aliyekî.
Îro Yekşemê 1ê Gulana 2022an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxûyaniyekê de Cejna Remezanê pîroz kir û behsa rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê kir û got, "Cejna Remezanê di demekê wisa de hat ku rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstî bi wateyên cejnê yên wek lêborîn, aştî, bixwedeçûn û lihevkirinê heye."
Nêçîrvan Barzanî li ser pirsgirêkên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê got, “Ez ji Partî û Yekîtiyê wek her du hêzên sereke û ji hemû aliyên Kurdistanî dixwazim ku cejnê bikin derfetek û li ser esasê berjewendiya bilind a gel û welat bin, her pirsgirêk û nakokiyên xwe bidin aliyekî û xwe ji êrîşên medyayî û hevşikandinê biparêzin.”
