• Thursday, 21 May 2026
logo

Şirnex - Bikujê Berîvan Şengilê teslîmî polîsan bû

Şirnex - Bikujê Berîvan Şengilê teslîmî polîsan bû

 Bikujê ku roja 21ê Nîsanê li navçeya Qilaban a Şirnexê jina bi navê Berîvan Şengil kuştibû, Metîn Şengil îro xwe radestî hêzên ewlehiyê kir.

Hat ragihandin ku Metîn Şengil îro teslîmî polîsan bûye.

Karûbarên yasayî û lêpirsîna bi Metîn Şengil re li Rêveberiya Polîsan a Navçeya Qilabanê berdewam dike.

Metîn Şengil piştî ku Berîvan Şengil kuştibû, ji deverê reviyabûn û polîs û hêzên ewlehiyê li pey wî digeriyan.

Bikuj û jina ku hatiye kuştin, pêştir hevjînên hev bûne.

Berîvan (Mihrîban) Şengil a 31 salî ku li Taxa Cumhuriyetê ya navçeya Qilabanê dijiya, ji ber tundûtîjiya ji destê hevjînê xwe, derbarê bavê 2 zarokên xwe de Metîn Şengil de doza cudabûnê tomar kiribû.

Herdû hevjînan roja 15ê Nîsanê li hev kiribûn ku di runiştina 28ê Nîsanê ya wê dozê de bi awayekê lihevkirî ji hev cuda bibin.

Şeva 21ê Nîsana 2022ê Bêrîvan Şengil û keça wê ya 8 salî  xwestibûn ji taxa Cumhuriyetê ya navçeya Qilebanê ber bi taxa Ripinê ve biçin, lê hevjînê wê yê berê Metîn Şengil di rê de bi çifteyê teqe li wan kiribû.

Di encama bûyerê de jina navborî û keça xwe birîndar bûbûn û ew rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê û ji wir jî bo Nexweşxaneya Şirnexê hatibûn vegushatin. Lê Bêrîvan Şengil ji ber dijwariya birînan, tevî hemû hewildanên pizîşkî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dabû.

Termê Berîvan Şengil piştî karûbarên otopsiyê roja 22ê Nîsana 2022ê li gortistana navçeyê ji aliyê jinên navçeyê û kesûkarên wê ve hatibû veşartin.

 

Rudaw

Top