• Tuesday, 24 February 2026
logo

Li Hewlêrê zilamekî hevjîna xwe bi kêran kuşt

Li Hewlêrê zilamekî hevjîna xwe bi kêran kuşt

Li bajarê Hewlêrê zilamekî hevjîna xwe kuşt. Ew zilam ji aliyê asayişê ve hat girtin.

Asayişa Hewlêrêr ragehandiye, îro li taxa Kurdistan ya Hewlêrê zilamekî hevjîna xwe ya bi navê Kuwîstan Pîrot bi kêran kuşt.

Asayişê daye zanîn jî, piştî wê hêzên asayişê di nav du demjimêran de karîn wî zilamî (A.Ş.I) bigirin.

Li ser sebeba kuştina wê jinê ti agahî nehatiye belavkirin.

 

Basnews

 

 

Top