Reşnivîsa PDK û YNKê bo gotûbêja ligel Bexdayê ji 27 xalan pêk tê
Berdevkê YNKê Sedî Ehmed Pîre, ragihand ku ji bo gotûbêja ligel aliyên Iraqî û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê, ligel PDKê reşnivîseke 27 xalî amade kirine ku çar beşan li xwe digire. Sadî Pîre got: "Me ew reşnivîs amade kiriye, çar aliyên din ên Kurdistanê jî dikarin xalên din lê zêde bikin, dibe ku xalek ji bîra me çûbe, ew dikarin zêde bikin."
Berdevkê YNKê behsa wê yekê jî kir ku ligel PDKê heta niha biryar nedane ligel herçar aliyên Goran, Yekgirtû, Komel û Hevpeymaniyê bicivin an cuda cuda wan bibînin û wiha axivî: "Ev mijar ketiye piştî betlaneya cejnê, çawa ligel wan çar aliyan bicivin, li ba me ya girîng ew e bo Bexdayê Kurd yekhelwêst bin daku zêdetir destkeft bo xelkê Kurdistanê bidest bixin."
Piştî ragihandina encamên hejmartina bi dest a dengên hilbijartinên 12ê Gulanê ya Parlamentoya Iraqê, bi taybetî ku ti guhertinek di kursiyên Kerkûk û Herêma Kurdistanê de çênebû, nerîna Goran, Yekgirtû û Hevpeymaniyê li ser pêşwazîkirina şanda YNK û PDKê guherî û ragihandin ku ne amade ne pêşwaziyê li şanda hevbeş a PDK û YNKê bikin.
Rudaw
