• Tuesday, 24 February 2026
logo

Li Kobanî 2 zarok ji bo leşkeriyê hatine birin

Li Kobanî 2 zarok ji bo leşkeriyê hatine birin

 Li Kobanî 2 zarok ji bo leşkeriyê hatine birin, malbatên wan dibêjin, Ciwanên Şoreşger keçên wan ji dibistanê “revandine” û daxwaza alîkariyê dikin.

Malbatên herdu keçên bi navên Sewsen Derwîş a 14 salî û Nisrîn Hebeş a 16 salî  ji Rûdawê re ragihandin, keçên wan roja 21ê vê mehê ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve ji dibistana gundê Aşmê yê Kobanî hatine birin û heta niha ew nizanin li ku derê ne.

`Ez dê xwe bişewitînim`

Ew herdu keç cîranên hev in û li dibistana gundê Aşmê dixwînin û malbatên wan daxwaza alîkariyê dikin.

Dayika Nisrîn, Celîle Hebeş, daxwaza alîkariyê ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Kobanî dike û dibêje, “Eger keça min venegerînin ez dê xwe bişewitînim.”

Dayika Nisrîn, Celîle Hebeş, dibêje, “Ez bi tenê me, kesek li ba min tune ye. Hatine ji dibistanê keça min birine. Çima wisa li me dikin? Ez nexweş im.”

Malbatên wan daxwaza alîkariyê dikin
Dayika Sewsen Nayle Osman jî ragihand, “Keça min hîn ne bûye 14 jî û ew jî birine. Em li ku pirs dikin, em nizanin kê birine. Xwendekaran dît, dema ew birine.”

Nayle Osman amaje bi wê dike, piştî birina keça û heta niha wan nekarîne ti peywendiyekê li gel danin û got, “Qet nedigotin em dê biçin. Em nizanin li ku derê ne.”

 

Rudaw

Top