• Tuesday, 24 February 2026
logo

Ukrayna; Xwandekarekî ji Başûrê Kurdistanê hat kuştin

Gulan Media February 25, 2022 Nûçe
Ukrayna; Xwandekarekî ji Başûrê Kurdistanê hat kuştin

Di êrişa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê de, xwendekarekî ji Başûrê Kurdistanê bi sedema bombebarana Rûsyayê canê xwe ji dest da.

Li gor agahiyan, ew welatiyê ji Başûrê Kurdistanê xwendekar bûye û ji bo xwendina bilind li Ukraynayê bûye.

Nêçîrvan Mihemed, hevalê wî xwandekarî ji Rûdawê re ragihand, ew xwendekar navê wî Sarî Ebdullah û xelkê Kerkûkê ye û li Ukraynayê dixwend, lê di bombebarana Artêşa Rûsyayê de canê xwe ji dest daye.

Wî herwiha diyar kir, li gor zanyariyan Sarî Ebdullah li bajarê Lvîv ketiye ber bombebaranekê û di encamê de canê xwe ji dest daye.

 

Rudaw

Top