• Tuesday, 17 February 2026
logo

Îlham Ehmed: Em Reqa û Hesekê radestî hikûmeta Sûriyê nakin

Gulan Media August 7, 2018 Nûçe
Îlham Ehmed: Em Reqa û Hesekê radestî hikûmeta Sûriyê nakin
Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed got ku ew Reqa û Hesekê radestî hikûmeta Sûriyê nakin.



Seroka Desteya Rêveber a MSDê Îlham Ehmed ji medya Rûsyayê re ragihand ku ew parêzgeha Reqa û Hesekê radestî hikûmeta Sûriyê nakin û got, sedema pirsgirêkên Sûriyê yên niha sîstema hikûmeta navendî ye.



Îlham Ehmed da zanîn ku ew weke Meclîsa Sûriya Demokratîk wiha dibînin biryara avakirina hikûmeteke ne navendî wê bikaribe welat ji karesat û krîzan biparêze.



Seroka Desteya Rêveber a MSDê eşkere kir ku di hevdîtinên şandên wan û hikûmeta Sûriyê de li Şamê ti rêkeftinek nehyatiye kirin û tekez kir ku bi awayekî giştî hinek mijar hatine gotûbêj kirin.



Îlham Ehmed herwiha ragihand ku ew herdû parêzgehên Reqa û Hesekê radestî hikûmeta Sûriyê nakin.

Rudaw
Top