• Tuesday, 17 February 2026
logo

Dorpêça ku Amerîka dide ser Îranê dest pê dike

Gulan Media August 7, 2018 Nûçe
Dorpêça ku Amerîka dide ser Îranê dest pê dike
Qonaxa yekemîn a dorpêça ku dê bi destê Amerîkayê li ser Îranê di du qonaxan da were sepandin, îro dest pê dike.

Di çarçoveya dorpêçê de armanca Amerîkayê ew e ku rê li ber Îranê bigire ku bi dolarê Amerîkayê va bazirganiyê neke. Dîsa bi vê dorpêçê va Amerîka dixwaze derbeyê li bazirganiya petrola Îranê bide û herwiha dawiyê li bazirganiya perçeyê îlawe yê otomobîlan bîne.

Welatên sêyemîn jî dê bikevin bin tesîra vê dorpêçê. Jixwe Amerîka ji peymana nukleerê ku bi Îranê ra hatibû îmzekirin, vekişiyabû û ragihandibû ku ew ê astengiyan bide ser vî welatî û herwiha ew ê vê dorpêçê wisa bisêwirîne, welatên ku biryarê binpê bikin û bi Îranê ra bazirganiyê bidomînin jî dê bikevin çarçoveya dorpêçê.

Herwiha tê destnîşankirin, ev biryara dorpêça nû dê li ser Îrana ku ev demeke dirêj e di warê aboriyê da ‘piyê wê di soleke teng da ye’ bandoreke xirab bike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku ew ji peymana nukleerê ku wekî Plana Berfireh a Çalakiya Hevbeş tê binavkirin û di 14ê Tîrmeha 2015an da li Wiyanaya paytextê Awistiryayê di navbera Îran û P5+1 (Amerîka, Çîn, Rûsya, Îngiltere, Fransa û Almanya) hatibû îmzekirin û di 16ê Rêbendana 2016an da ketibû rewacê, vekişiyan û ew ê astengiyên dijî Îranê cardin bixin dewrê.

Piştî biryara Trump, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihandibû ku ew ê pakêta yekemîn a astengiyan a li dijî Îranê di 6ê tebaxê da, ya duyemîn jî di 4ê mijdarê da bixin dewrê.

Waar.tv
Top