Hewlêr û Bexda li ser çend mijarên girîng giftûgo dikin
Peyvdarê hikûmeta Îraqê dibêje danûstandin hatibûn rawestandin.
Duh Peyvdarê hikûmeta Îraqê Sed Hedîsî diyar kir ku danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê jiber porsesa hilbijarinên Îraqê hatibûn rawestandin lêbelê piştî civîna Serokwezîrê Kurdistan û Îraqê ev danûstandinên han dubare destpê kirine.
Hedîsî herwiha diyar kir ku niha prosesa diyalogê dubare destpê kiriye û her du alî li ser çend mijarên girîng yên hevbeş giftûgo dikin.
