HDP bi tundî bersiva Erdogan dide
Di kongreyeke rojnamevanî de Hevserkatiya HDPê bersiva Erdogan da û ragehand ku, daxuyaniyên Erdogan li dijî demokrasî û yasayên Tirkiyê ne û bi ti awayî nayên qebûl kirin.
Herwiha hevserokatiya HDPê di daxuyaniya xwe de got ku, HDP 6 milyon deng aniye, bi vê yekê Erdogan sivkatiyê û gefê li wan 6 milyon dengderên HDPê dike.
Di heman demê de hevserokên HDPê tekez kirin ku, Erdogan di siyaseta xwe ya derve de têkçûye û nizane çawe wê şikestinê veşêre.
Basnews
