• Tuesday, 17 February 2026
logo

Îran berî cezayên Amerîka du balefirên din wergirt

Gulan Media August 6, 2018 Nûçe
Îran berî cezayên Amerîka du balefirên din wergirt
piştî destpê kirina cezayan îran nikare balefirên din werbigire
Rojekê berî ku cezayên nû yên Amerîka derbasî warê cîbicîkirinê bin, Îranê pênc balafirên nû wergirtin.

Voa li ser nave ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA îro Yekşemê ragihand ku pênc balafirên ART72-600 gihîştin firokxana Mehrabad a navnetewî ya Tehranê .

Bi gihîştina wan pênc balafiran re, Îran 13 balafiran ji 20 ên ku di sala 2017an de ji kompaniya Frensî ya Îtalî kirî bûn werdigre.

Nirxa girêbestê 536 milyon dolar bû.

Rêkeftina navokî ya Îranê li gel hêzên mezin ên cîhanê rê da wê ku istola xwe ya bazirganî ya kevnar nû bike, lê vekişîna Donald Trump ji rêkeftinê girêbestên bi nirxa milyar dolar li gel kompaniyên Airbus û Boeing rawestandin.
Top