• Tuesday, 17 February 2026
logo

Çekdaran êrîşî baregaha leşkerî kirin: 40 kuştî

Gulan Media August 6, 2018 Nûçe
Çekdaran êrîşî baregaha leşkerî kirin: 40 kuştî
Li Efganîstanê çekdarên rêxistina Talîban êrîşî baregaheke leşkerî kirin û di encamê de 40 leşker hatine kuştin.



Li navçeya Çinartu ya parêzgeha Uruzgan a Efganîstanê çekdarên Talîban biser baregaheke leşkerî de girtin.



Rêveberê Asayîşa Çinartu Extar Mihemed ragihand, ku çekdaran ji 4 milan ve êrîşî baregahê kirine û di encamê de 40 leşker hatine kuştin.



Extar Mihemed da zanîn, ku di dema êrîşê de gelek leşker birîndar bûne û herwiha agahî ji hinek leşkeran jî nayê girtin.



Rêveberê Asayîşa Çinartu da xuyakirin, ku piştî êrîşê leşkeran jî bersiv daye û di dema pevçûnan de hinek çekdarên Talîban hatine kuştin.



Rêxistina Talîban jî ragihand, ku êrîşa wan serkeftî bûye û dest danîne ser baregaha leşkerî.

Rudaw
Top