Konsulê nû yê Holendayê serdana Serokwezîr dike
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna Konsulê nû yê Holendayê li Herêma Kurdistanê kir û jê re hêvî xwest ku di kar û çîalakiyên xwe de serkeftî be, piştevaniya xwe û ya saziyên hikûmetê ji bo kar û çalakiyên wî nîşan da û tekîd li ser zêdetir bihêztirkirina têkeliyên bi Holendayê re di hemû waran û bi taybetî di warê çandiniyê de kir.
Serokwezîr ji bona wan hevkarî û alîkariyên di warê leşkerî û mirovî de pêşkeşî Herêma Kurdistanê dike û bi taybetî beşdarîkirin di pirograma çaksaziyên wezareta karûbarên pêşmerge de, sipasiya hikûmeta Holendayê kir û hêvî xwest ew hevkarî berdewam bin.
Rewşa herêmî bi giştî û serdana vê dawiyê ya Serowkezîrê Kurdistanê ji bo Holendayê hatin behs kirin û ew sernda bi serdaneke serkeftî hat nirxandin.
