• Tuesday, 24 February 2026
logo

Rêveberekî Gorran: Parêzgerê Silêmaniyê Heval Ebubekir dê bê guhertin

Gulan Media February 22, 2022 Nûçe
Rêveberekî Gorran: Parêzgerê Silêmaniyê Heval Ebubekir dê bê guhertin

Endamekî Civata Giştî yê Tevgera Gorran aşkera kir, Tevgera wan derbarê dahata Silêmaniyê de xwedî ti agahiyekî nîne û got, dê demekî nêzîk de peywira parêzgerê Silêmaniyê dê ji Gorran bê wergirtin.

Endamê Civata Giştî yê Tevgera Gorran Elî Ezîz ji BasNewsê re ragehand: ‘’Biryar hatiye dayîn Heval Ebubekir ji peywira parêzgerê Silêmaniyê bê guhertin û di cîha wî de qaymeqamê Silêmaniyê Awat Mihemed û parlamenterê YNKê li encûmena nûnerên Iraqê Dr. Aso Fereydun berbijêr in, lê Awat Mihemed zelal bûye ku dê bibe parêzger.’’

Rêveberê Gorran derbarê rewşa darayî ya bajarê Silêmanî û dahata wê de jî aşkera kir, ew xwedî agahiyên dahata Silêmaniyê nînin.

Li gor yasaya kar pê tê kirin a Iraqê, dema her endamekî Parlamentoya Iraqê bê vekêşandin, li gor hejmara dengên berbijêrê piştî wî dê cîhê wî bigre û eger Aso Fereydûn bê vekêşandin, berbijêrekî PDKê yê li bazineya Silêmaniyê dê cîhê wî de bibe parlamenter û dibe ji ber wê jî be Aso Fereydûn nekin parêzgerê Silêmaniyê.

Roja 04.12.2017ê Heval Ebubekir li ser pişka Tevgera Gorran wek parêzgerê Silêmaniyê destbikar bû.

Ji bo wergirtina zanyariyên zêdetir BasNewsê çend carekan xwest pêwendiyê li gel Heval Ebubekir pêkbîne, lê bersiva pêwendiyê neda.

 

Basnews

Top