• Tuesday, 24 February 2026
logo

Pisporekî serbazî: Şovenîst naxwazin PDK li Bexdayê bihêz be

Gulan Media February 22, 2022 Nûçe
Pisporekî serbazî: Şovenîst naxwazin PDK li Bexdayê bihêz be

Şirovekarê siyasî û pisporê siyasî lîwa Mihemed Salih Hemewendî dibêje, biryara dadgeha federalî ya Iraqê li ser neft û gaza Kurdistanê siyasî ye û armanca wê jî ew e nahêlin kurd bi rengekî bihêz li Bexdayê hebûna xwe nîşan bide.

Şirovekarê siyasî û pisporê serbazî, lîwa Mihemed Salih Hemewendî ji BasNewsê re got, PDK bi bizava Sedir û erebên sunnî re tifaqek bihêz pêk aniye, ev jî sebeba nîgeraniya hinek aliyên din. Ew aliyên nerazî û nîgeran ji bo ku piroseya siyasî ya Iraqê asteng bikin, dadgeha federalî ya Iraqê bikar anîn; destpêkê Hoşyar Zêbarî ji namzediya serkomariyê dûr xistin paşê jî biryarek siyasî li dijî neft û gaza Kurdistanê dan.

Wî şirovekarê siyasî da xuyakirin jî, armanca wan ew e ku kurd bi taybet PDK li Bexdayê bihêz nebe û berevanî li mafên rewa yên gelê Kurdistanê neke. Çimkî aliyên şovenîst dizanin PDK partiyeka niştimanî û xwedanê referandoma serxwebûna Kurdistanê ye. Ji ber wê jî naxwazin PDK bihêz be li Bexdayê, vêca êrişî PDKê dikin.

 

Basnews

Top