• Tuesday, 17 February 2026
logo

Biyabana Dêra Zorê bi tevahî hate rizgarkirin

Gulan Media August 5, 2018 Nûçe
Biyabana Dêra Zorê bi tevahî hate rizgarkirin
Hêzên Sûrya Demokratîk tevahiya biyabana gundewarê Dêra Zorê ji rêxistina DAIŞê rizgarkirin ku bi vê rizgarkirinê tevahiya hêla sînorî dinavbera Sûrya û Şraqê de hate kontrolkirin , ev destkefiyên HSDê pêkhatin piştî êrîşeke berfireh ji 3 mihweran û gihaştina şervanan bajarokê baxoz yê istratîjî , rûberê rizgarkirî ji DAIŞê nêzî 120 kîlometrên du ca ne .
Li aliyekî din dorpêça HSDê ji bajarokê Hecîn dawî baregehên DAIŞ li parêzgeha Dêra Zorê qurstirbûye û di gel berheviyên êrîşa bejayî li ser bajarok hejmarek mezin sivîlan ji hecîn reviyane û topxane û êrîşên asmanî yên hevpeymanan navendên DAIŞê bordûman dikin.

Waar.tv
Top