Wezîrê Derve yê Sûriyê: Em dê navçeyên xwe yên dagîrkirî rizgar bikin
Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad ragihand, ew dê “navçeyên dagîrkirî yên Sûriyê” ku di kontrola Tirkiyê de ye, rizgar bikin.
Di hevpeyvînekê de ligel medyaya Rûsî Feysel Miqdad behsa peywendiyên Sûriyê ligel welatên erebî dike û dibêje, peywendiyên wan berdewam in û ew ji vegera Sûriyê bo nav Komkara Erebî “geşbîn” in.
Derbarê peywendiyên Îran û welatên Kendava Erebî de jî Miqdad dibêje, ew piştgiriya gotûbêjan di navbera Siûdiye û Îranê de dikin û eger têgihiştin di navbera welatên Erebî û Îranê de çênebe rewş li “Kendava Erebî” aram nabe.
Miqdad amaje bi wê yekê daye ku wek hikûmeta Sûriyê ew dikarin di navbera herdû aliyan de bibin navbênkar. Derbarê navçeyên Sûriyê yên ku di destê Tirkiyê de ne, Miqdad dibêje, ew dê wan “navçeyên dagirkirî” rizgar bikin.
Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad behsa rewşa aborî ya xelkê Sûriyê kir û ragihand haya wan ji rewşa aborî ya xirab a xelkê Sûriyê heye û got, hikûmeta Sûriyê li gor şiyanên xwe û bi alîkariya dostên xwe hewl dide wê rewşê baştir bike.
Piştî despêkirina xwepêşandanên li dijî rêjîma Sûriyê di Adara 2011an de û derketina şerê navxwe, di Mijdara heman salê de wezîrên derve yên welatên Erebî di civîneke awarte ya Komkara Erebî de biryar dan ku endamtiya Sûriyê di Komkara Erebî de bê rawestandin.
