Îlam – Zilamekî destpêkê bûka xwe kuşt paşê jî xwe kuşt
Li parêzgeha Îlam ya Rojhilatê Kurdistanê zilamekî bûka xwe kuşt û paşê jî xwe kuşt.
Malpera mafên mirov ya Hengaw ragehandiye, duhî li navçeya Helîlan ya Îlamê zilamekî bûka xwe ya bi navê Tahire Şefî (22 salî) kuşt.
Li gorî agahiyan, wî zilamî piştî kuştina bûka xwe, xwe jî kuşt.
Tê gotin ku wî zilamî ji ber pirsgirêkên nav malbatê bûka xwe kuştiye.
Navê zilam jî Xesro Mizeferî bûye.
Rudaw
