• Wednesday, 25 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Mîrê Qeterê tekezî li pêşvebirina pêwendiyan dikin

Gulan Media February 16, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî û Mîrê Qeterê tekezî li pêşvebirina pêwendiyan dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî îro çarşemê li Dohaya paytexta Qeterê civiyan.

Di civînê de li ser geşedan û pêşhatên herî dawî yên Iraqê, bi taybetî hewldanên pêkanîna kabîneya nû û pêşvebirina pêwendiyên Qeterê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj hat kirin.

Herwiha di civînê de tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyên Qeterê yên ligel Herêma Kurdistanê û Iraqê hat kirin, bi taybetî di warên aborî, bazirganî û veberhênanê de.

Her du alî hevnêrîn bûn li ser girîngiya berdewambûna pêwendî û hemahengiya ji bo mijarên cihê girîngiya her du aliyan.


Mesrûr Barzanî duh sêşemê 15ê Sibata 2022yan bi serdaneke fermî li ser vexwendina Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî gihîşte Qeterê û li Balafirgeha Dohayê ji aliyê Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Derve yê Qeterê Sultan Bin Se'd û hejmarek rayedarên din ve hat pêşwazîkirin.

Vê sibê Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Dohayê ji hev cuda ligel Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Bazirganî û Pîşesazî, herwiha ligel Wezîrê Enerjiyê yê Qeterê civiya.

 

K24

Top