Serok Barzanî: Biryara dadgeha a derbarê neft û gaz a Herêma Kurdistanê bi temamî siyasî ye
Serok Mesûd Barzanî ji bo raya giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û di vê peyama xwe de ragehand, biryara dadgeha bilind a federal ti temamî siyasî ye û Herêma Kurdistanê bi hemû şiyanên xwe ve dê berevaniyê li mafên xwe yên destûrî bike.
Peyama Serok Barzanî waha ye:
Bi navê xwedayê bexşînde û mîhreban
Biryara dadgeha bilind a federal a Iraqê ya derbarê neft û gaza Herêma Kurdistanê biryarekî temamî siyasî ye û berevajî destûra Iraq a federal e. Armanc dijatiya Herêma Kurdistanê ye û dijî sîstema federal a Iraqê ye.
Em hêvîdarin herdu hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê bikarin li ser pirsgirêk û mijarên neft û gazê bigehin rêkeftinê. Li gel vê jî ji bo hemû aliyekî em aşkera dikin ku Herêma Kurdistanê bi hemû şiyana xwe ve dê berevaniyê li mafên xwe yên destûrî bike.
Mesûd Barzanî
15.02.2022
Basnews
