• Wednesday, 25 February 2026
logo

Ranye – Li Çarqurne jinek hat kuştin

Gulan Media February 15, 2022 Civakî
Ranye – Li Çarqurne jinek hat kuştin

Li nahiya Çarqurne ya bajarê Ranye yê Herêma Kurdistanê jinek hat kuştin.

Berdevkê polîsê Ranye, Şoriş Îsmaîl ji BasNewsê re got, îşev li nahiya Çarqurne termê jinekê gihandin nexweşxaneya Ranye ku bi guleyan hatibû kuştin.

Şoriş Îsmaîl her wiha got, heta niha mirovên wê jinê nehatine ba polîs û li termê wê xwedan derneketine. Lê me dest bi lêpirsînê kiriye ka çima û ji aliyê kê ve hatiye kuştin.

Li gorî agahiyan, nave wê jinê P.N bûye û li kêleka pêşangeha otomobîlan hatiye kuştin.

 

Basnews

Top