Buldan: Yên me nas nakin, em wan qet nas nakin
Hevseroka HDPê Pervîn Buldan di derbarê civîna şeş partiyan de got “Yên ku me paşguh dikin, dema wext hat em jî baş dizanin wan paşguh bikin. Rêya me rêya sêyemîn e û dê rojek her kes hewceyî vê rêya sêyemîn bibe. Yên me nas nakin, em wan qet nas nakin.”
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan Pervîn Buldan li Îzmîrê beşdarî 4emîn Kongreya Asayî ya Parêzgehê ya partiya xwe bû.
Pervîn Buldan di kongreyê de axavtinek kir û tê de bi bîr xist ku duh serokên 6 partiyên siyasî hatin cem hev. Parlamenterên HDP'ê, nûnerên saziyên sivîl û endamên partiyê beşdarî kongreyê bûn.
“Yên me nasnakin, em wan qet nasnakin”
Buldan destnîşan kir ku piştî vê hevdîtinê li ser medyaya civakî qiyamet rabû û wiha got “Gelek kesan pirs kir ku çima HDP ne di nav vav şeşan de ye. Yên me nas nakin, em wan qet nas nakin, bila ev jî wiha bê zanîn. Yên ku me paşguh dikin, dema wext hat em jî baş dizanin wan paşguh bikin.”
“Rêya me rêya sêyem e”
Buldan, anî ziman ku ew ê li ser rêya xwe bimeşin û wiha axivî “Ji wan şeş partiyên siyasî yekî jê veqetînin, dengên yên din bi giştî nîvê yên HDPê nakin. Ji ber vê yekê ne hewce ye ku guh bidin vê yekê. Em dê di rêya xwe de bimeşin. Rêya me rêya sêyemîn e û dê rojek her kes hewceyî vê rêya sêyemîn bibe, dê rojek her kes hewcedar bibe, ji bo ku bi me re hevdîtin pêk bînin dê werin ba me, ji bo ku bi me re hevdîtin pêk bînin dê ji me randevû bixwazin, bila şik û gumana kesî ji vê nîbe. Em ne ew qas hêsan in. Em, wek ku Selahattîn Demirtaş got, nokên ji hesin in, eger hûn bavêjin devê xwe dê diranên we bişkên.”
Buldan anî ziman ku ew bi biryar in hevkariya têkoşînê ya muxalefeta demokratîk berfireh bikin û wiha berdewam kir “Dê ev biryardariya me, wêrekiya me, ideala me daîm be. Ev rêya ku em jê re dibêjin tifaqa demokrasiyê, hevpariya têkoşînê ye. Ev yekitiya hêzê hem pêwîstiyeke dîrokî û hem jî civakî ye, em vê hêviyê ji nû ve ava dikin, ji me hemûyan re pîroz be. Rêya derketina Tirkiyê ji qeyrana piralî ew e ku di nava tifaqa demokrasiyê ya herî xurt de bicive.”
Rudaw
