• Monday, 15 June 2026
logo

Serokê Hikûmetê pêşwazî li şandeke leşkerî ya Iraq a federal kir

Serokê Hikûmetê pêşwazî li şandeke leşkerî ya Iraq a federal kir

Roj Yekşemê 14ê Hezîrana 2026an, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke leşkerî ya Iraqa Federal kir ku bi serokatiya Serfermandarê Artêşa Iraqê Ebdulemîr Yarallah hatibûn Herêma Kurdistanê.


Di wê civînê de, Serfermandarê Artêşa Iraqê armanca serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê diyar kir û ragihand ku li ser spardeya Serokwezîrê Federal û ji bo şopandina parastina ewlehî û seqamgiriyê, bi taybetî ji bo nehiştin û bidawîkirina gefên li ser kompanyayên petrolê û armancgirtina wan, serdana Herêma Kurdistanê kirine.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî spasiyên xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo şopandin û piştrastkirina Serokwezîrê Federal bo parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê nîşan da û hemû piştgiriya xwe di vê derbarê de anî ziman.

Her wiha Mesrûr Barzanî tekezî li ser girîngiya bihêzkirina hevahengî û hevkariya di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de kir ji bo rûbirûbûna gef û astengiyên ewlehî û leşkerî.

Top