• Monday, 15 June 2026
logo

Ji Serok Barzanî bo Mamoste Selahedîn Behadîn: Ez xwe bi hevparê xema we dizanim

Ji Serok Barzanî bo Mamoste Selahedîn Behadîn: Ez xwe bi hevparê xema we dizanim

Serok Mesûd Barzanî, ji ber koça dawî ya birayê wî yê mezin, peyameke sersaxiyê arasteyî Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Mamoste Selahedîn Behadîn kir.


Îro Yekşemê 14.06.2026, Serok Mesûd Barzanî peyameke hevxemiyê belav kir û di peyama xwe de Serok Barzanî ragehand: "Bi navê Xwedayê mezin û dilovan.Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Birêz Mamoste Selahedîn Behadîn, bi xemgîniyekî mezin nûçeya koça dawî ya birayê we yê mezin Mamoste (Husên Mihemed Behadîn) gihîşt min. Ez sersaxiyê li we, malbat û dost û nasên we dikim û xwe bi hevparê xema we dizanim."

Serok Barzanî di peyama xwe de her wiha ragihand: "Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku ruhê xwedêjêrazî Mamoste Husên bi bihişta berîn şad bike û sebir û aramiyê bide we û hemû aliyan."

 

Basnews

Top