• Wednesday, 25 February 2026
logo

Zarokê revandî li hember 140 hezar dolaran hat rizgarkirin

Gulan Media February 14, 2022 Nûçe
Zarokê revandî li hember 140 hezar dolaran hat rizgarkirin

Du bûyerên balkêş ên revandina zarokan li parêzgeha Deraa ya li başûrê Sûriyê, bûne cihê balkêşiyê, êdî tirsek li nav xelkê belav bûye, ku metirsî li ser zarokên wan heye. Zarokê ku li Deraa hatibû revandin piştî dayîna 140 hezar dolaran hat berdan

Zarokê Sûrî yê gundewarê parêzgeha Derrayê, ji bajarokê Îbtei, Fewaz Qitêfan vegeriya nav kesûkarên xwe.

Malbata zarokê ku hatibû revandin, ragihandiye, kurê wan li wan hate vegerandin. Lê li gorî zanyariyan, Fewaz piştî dana pereyan, roja 12yê Sibata 2022yan dîmenên Fewaz ligel malbata wî hatin belavkirin, ku ew vegeriya nav kesûkarên xwe.

Efserê Sûrî Dirar El-Dendel yê di beşdarbûna rizgarkirina Fewaz de dibêje “Demjimêr pênc dê û bavê wî zarokî çûn û pere bi wan re bûn. Em jî gelekî ji wan nêzîk bûn, wan pêwendî ligel bavê wî kir ji bo ku here cem wan, û ew bire deverine dûr ji xalên ku em lê hebûn. Wan ew bire nav rêyên çandiniyê yên dûr, êdî ji ber tirsa me li ser jiyana wî zarokî, me ti rêkar nekir ji ber ku jiyana wî li jêr metirsiyê bû, eger wan hest bi hebûna me kiriba. Piştî kêlîkekê me dît kotorsiklek ji dûr hat, me nizanîbû kî lê siwar bû, lê me dît tiştek li şûna xwe hişt û çû, dema em jî çûn wê derê, me dît ku zarok li wê derê ye. Êdî me ew bire Navenda Navçeya Newa û aniha tendirustiya wî baş e. Şopandina me berdewam e, ji bo em kesên mayî ji bandê bigirin, ev tawankarên ku nizanin mirovayetî çi ye, bi taybetî li vê parêzgehê, parêzgeha Deraa.”

Ji 02/11/2021ê ve, Fewaz Qitêfanê 8 salî, dema diçû dibistanê, ji aliyê bandekê ve hatibû revandin, û kesên ew revandibûn daxwaza derdora 500 milyon lîreyên Sûrî ji malbata wî dikir, ku dike nêzîkî 140  hezar dolarî, li beramber vegerandina wî.

Adara 2020an jî, zaroka Sûrî ya bi navê Selam Hesen Xelef a 8 salî, ji bajarokê el-Tîbe li rojhilatê Deraayê, dema ji dibistanê vedigeriya malê, ji aliyê çend kesên nenas ve, ku li Vanekê siwar bûn hate revandin û heta niha çarenivîsa wê ne diyar e.

Li gorî gotina malbata Selam, hine kesan pêwendî bi wan re kir û daxwaza pereyan kir, li beramber vegerandina Selam, lê hate naskirin ku ew kar corek ji xapandinê bû, tenê ji bo wergirtina pereyan, ne ku keça wan li wan vegerînin.

 

Rudaw

Top