Almanya: Em piştevaniya destpêşxeriyên hikûmeta Kurdistanê dikin
Konsulxaneya Almanya li Kurdistanê ragehand, Almanya piştevaniya siyaseta hikûmeta Kurdistanê dike.
Konsulxaneya Almanya li Kurdistanê li ser civîna îro ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi konsul û dîplomatên biyanî yên li Kurdistanê re peyamek belav kir.
Di peyamê de ku li ser twîttera konsulxanê hatiye belavkirin, hatiye gotin:
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro diplomat ji hemû aliyên siyaseta hikûmeta Herêma Kurdistanê agahdar kir. Almanya wek şirîkekî, piştevaniya piraniya wan destpêşxeriyên hikûmeta Kurdistanê dike ku ji aliyê cenabê wî ve hatin behskirin.
Basnews
