• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Akrê bo kesê ku xaniyê wî şewitibû 34 milyon dînar hat komkirin

Gulan Media February 13, 2022 Nûçe
Li Akrê bo kesê ku xaniyê wî şewitibû 34 milyon dînar hat komkirin

 Li bajarokê Akrê yê Herêma Kurdistanê bo wî kesê ku mala wî şewitîbû û birayê wî tê de canê xwe ji dest dabû, alîkarî hat komkirin.

Berpirsê karûbarên rewşenbîrî û hunerî li Akrê, Kawe Zuhêr ji BasNewsê re got, hefteya borî li Akrê agir bi malekî ketibû ku tê de du bira dijiyan. Yek ji wan birayan cane xwe ji dest dabû û xanî jî şewitîbû. Ji ber wê jî me biryar da alîkariyê bo wan kom bikin û xaniyê wan nûjen bikin.

Kawe Zuhêr her wiha got, rast e komkirina alîkariyan dûrî karê me ye lê me wek wezîfeyeka mirovî ev kar kir. Me li çend taxên bajêr sindoq danîn da ku welatî alîkariyên xwe bavêjin nav sindoqan.

Wî berpirsî da zanîn, di heyama 3 rojan de 34 milyon dînar (nêzîkî 25 hezar dolar) hat komkirin.

Bi gotina Kawe Zuhêr, yek ji wan kesên ku alîkarî pêşkêş kiribû, zêdetirî 7500 dolar dabû.

 

Basnews

Top