• Wednesday, 25 February 2026
logo

Serokwezîrê Ukrayna bo welatiyan: Ji artêşa xwe bawer bin

Gulan Media February 13, 2022 Nûçe
Serokwezîrê Ukrayna bo welatiyan: Ji artêşa xwe bawer bin

Serokwezîrê Ukraynayê daxwazê ji xelkê xwe dike ku baweriya wan bi hikûmet û artêşê hebe û netirsin. Herwiha dibêje welatê wan ji 2014an bihêztir e.

`Ev şerekî piralî ye`

Roja Şemiyê 12ê Sibata 2022ê Serokwezîrê Ukraynayê Denys Shmyhal li Kieva paytext gotareke vîdeoyî pêşkêş kir û têde welatiyên xwe piştrast dike û dibêje, “Ew şerê li beramber Ukrayna tê kirin, piralî ye û ji çend pêkhateyên cuda pêk tê, wek krîza gaze li Ewropayê, daketina bihayê hryvnia (pereyê Ukraynî) û êrîşa elektronîk bo ser çavkaniyên hikûmî.”

`Amraza herî xirab`

Denys Shmyhal “belavkirina tirsê ya ji ber zanyariyên ne rast” wek “amraza herî xirab” binav kir û got, “Tirs e ya ku welatan ji nav dibe, ne tank û top.”

Serokwezîrê Ukraynayê daxwazê ji welatiyên xwe dike ku baweriya wan bi hikûmet û artêşê hebe ku “ji sala 2014ê bihêztir e.”

Ev di demekê de ye ku Amerîka dibêje, her diçe metirsiya êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê zêdetir dibe û Amerîka hişyariyê dide ku di dema çend rojên kêm de Rûsya êrîşê dibe ser Ukraynayê.

Axaftina Serokwezîrê Ukraynayê Denys Shmyhal:

“Ew şerê li beramber me tê kirin, ne tenê bi serbaz û çekan e, lê piralî ye. Krîza gaze li Ewropayê, daketina bihayê hryvnia (pereyê Ukraynî), êrîşa elektronîk bo ser çavkaniyên hikûmî û xwepêşandanên bi kirêgirtiyan. Ev hemû keresteyên şerekî neraste rast û piralî ne. Ji van jî ya herî xirab belavkirina zanyariyên ne rast e ligel tirsê. Em di cîhanekê de dijîn zanyarî zû belav dibin. Yekem tişta îro pêwîst e bikin ew e ku guh nedin bêzarkariyên dijmin û zanyariyên nerast. Artêşa me amade ye. Artêşa me bihêz e. Artêşa me jêhatî ye. Divê em wiha bin. Divê leşkerên me wiha hest bikin ku hêzek li pişt wan heye. Bi rihekê bihêz Ukraynî yekgirtî ne. baweriya we bi welatê we hebe. Ji artêşa xwe bibawer bin. Baweriya we bi Ukraynayê hebe.”

 

Rudaw

Top