• Wednesday, 25 February 2026
logo

Dadgeha Federalî du biryaran derbarê dosyaya Hoşyar Zêbarî de dide

Gulan Media February 13, 2022 Nûçe
Dadgeha Federalî du biryaran derbarê dosyaya Hoşyar Zêbarî de dide

Dadgeha Federalî ya Iraqê du biryaran derbarê dosyaya Hoşyar Zêbarî de dide, biryar e jî her îro Zêbarî konferanseke rojnamevanî saz bike.

Biryar e îro demjimêr 11:00 Dadgeha Federalî ya Iraqê bicive û biryara dawî derbarê dosyaya Hoşyar Zêbarî de bide. Li gor zanyariyan, ti tometek li ser Zêbarî nehatiye çespandin û bêtawan derketiye.

Ji aliyekî din ve, Şêwirmendê Serok Barzanî Mesûd Heyder di twîtekê de dengoya vekişîna Hoşyar Zêbarî red kir û diyar jî, Hoşyar Zêbarî îro konferanseke rojnamevanî li Bexdayê saz dike.

Roja 6ê vê mehê li ser giliya çend parlamentaran, Dadgeha Federalî biryar da bi awayekî demkî namzetiya Hoşyar Zêbarî bo posta Serokkomariya Iraqê were rawestandin, heta ew gilî tên yekalîkirin.

Roja 9ê Desteya Serokotiya Encûmena Nûneran a Iraqê ya nû hat hilbijartin û li gor destûrê biryar e serokkomarê nû jî di heyama 3 rojî de bê hilbijartin.

Li gor lihevkirina pêkhateyên Iraqê, posta Serokkomarê ji para Kurd e, ji bo vê xulê jî heta niha PDK û YNKê wek du aliyên sereke yên Kurdan, li ser namzetekî hevbeş li hev nekirine, PDKê jî Hoşyar Zêbarê kiriye namzetê xwe.

 

Basnews

Top