• Wednesday, 25 February 2026
logo

Dizeyî: Hikûmet alîkariya welatiyên ku dixwazin ji Ukraynayê vegerin dike

Gulan Media February 13, 2022 Nûçe
Dizeyî: Hikûmet alîkariya welatiyên ku dixwazin ji Ukraynayê vegerin dike

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikumeta herêma Kurdistanê dibêje, ew alîkariya wan welatiyan dikin, yên ku ji ber aloziyên vê dawiyê yên Ukraynayê, dixwazin wî welatî bicî bihêlin.

Sefîn Dizeyî ji Kurdistan24 re ragehand, Hikumeta Herêma Kurdistanê nûneratiya wê li Ukrayna nîn e, lê bi rêya Wezareta Derve ya Iraqê alîkariya wan welatîyan dikin ku li Ukranya ne û ji ber aloziyan dixwazin wî welatî bicîh bihêlin.

Herwiha Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikumeta Herêma Kurdistanê dibêje: Em çaverê dikin ku Komara Islamî ya Îranê giringîya zêdetir bide zimanê Kurdî û xwendina zimanê Kurdî.

Sefîn Dizeyî di gotarekê de di rêûresma serkeftina Şoreşa Islamî ya Îranê de li Hewlêrê ragihand, rolek giring a Îranê di navçeyê de heye û çareserîya kêşeyan bi rêya gotûbêjan ji bo navçeyê, giring e.

 

K24

Top