Termê zarokê 10 mehî hat dîtin
Termê zarokê 10 mehî yê bi navê Daner, vê sibê li gundê Sorbeş ê deşta Şemamik a li parêzgeha Hewlêrê hat dîtin.
Vê sibê ser û cilûbergên zarokekî li gundê Sorbeş hat dîtin, Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê ragihand; termê ku hatiye dîtin, yê Daner e.
Daner Nebez ê 10 mehî, beriya 55 rojan, roja 17ê Kanûna 2021ê, di dema rabûna lehiyê de li nahiya Daretû ketibû bin avê û winda bûbû.
Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê û malbata wî, demeke dirêj lê geriyabûn, lê belê nedîtibûn.
K24
